Li Efrînê 8 kurd ji alîyê çekdarên Tirkîyê ve hatin revandin

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkîyê ve 8 welatîyên Efrînê bi hincetên cuda revandine û çarenivîsa wan ne dîyar e.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa bi navê “Polîsa Azad” roja 18ê vê mehê welatî Mihemed Elî Mihemed ê ji gundê Qeretepe ji nava bajarê Efrînê revandin.

Li navçeya Raco jî, îstixbarata Tirkîyê ji roja 1ê vê mehê ve Muxtarê gundê Hec Xelîl Mihemed Elî revandîye û ta niha çarenivîsa wî ne dîyar e. Herwiha roja 4ê vê mehê jî welatîyê bi navê Xelîl Xalo jî revand.

Ragihand jî, îstixbarata Tirkîyê ji roja 25ê meha bûrî ve welatîyê bi navê Mihemed Hesen ji gundê Hesen revandîye û ber bi cihekî ne dîyar ve birîye.

Li gor zanyarîyan, roja 22 vê mhê çekdarên Lîwaya Semerqend 2 bira yên bi navê Mihemed û Ebdo Kemal Omer ji gundê Aşka yê ser bi navçeya Cindirêsê ve revandin.

Herwiha çekdarên Lîwaya Weqas jî, roja 21ê vê mehê 2 birayên ji gundê Angelê yê ser bi navçeya Şîyê ve revandin û heta niha çarenivîsa wan dîyar e.

 

Basnews

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir