Li Efrînê 8 Kurd hatin girtin: Çarenivîsa wan ne diyar e

.

 Polîsên leşkerî yên bi ser Tirkiyeyê ve, li Efrîna Rojavayê Kurdistanê 8 Kurd girtin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li gundê Kefir Sefreyê yê navçeya Cindirês ya Efrînê 2 Kurd hatine girtin.

Hinceta girtina wan dîsa “pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser” e.

Polîsên leşkerî Kurdekî ji gundê Qirbeyê yê Cindirêsê girt ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû dersînorkirin.

Li hêla din, 5 Kurd jî dema ku wan hewl dida derbasî Bakurê Kurdistanê bibin hatine girtin û heta niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Herwiha 5 welatiyên Kurd xelkê bajarê Efrînê dema hewl dabû derbasî aliyê Tirkiye bibin ji aliyê polîsên serbazî hatin girtin û heta niha jî çarenivîsa wan kesan ne diyar e.

SOHRê da zanîn ku ji destpêka îsal ve li Efrînê 92 Kurd ji aliyê grûpên di kontrola Tirkiyeyê de hatine girtin û revandin.

Ev grûp ji bo van kiryarên xwe “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re” dikin hincet û fîdyeyê ji xelkê distînin.

Dagirkirina Efrînê

Tirkiyeyê bi piştgiriya çekdarên mixalefeta Sûriyeyê 20ê Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan ajot lê Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrîn dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên zêde mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurd vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest