Li Efrînê 5 pîrejinên Kurd ji alîyê çekdaran ve hatine kuştin

Ji sala 2018an ve, ku artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûrîyê dest danîne ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 5 pîrejinên Kurd li ser destê van grûpên çekdar hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan - Herî dawî, roja 18ê vê mehê çekdarên grûpa El-Weqas, bi fermandarîya Mihemed Ebdo el-Şewa, pîrejina Kurd Fatime Ibrahîm Kinê ya 80 salî, di nav mala wê de îşkence kiribûn û kuştibûn.

Ji sala 2018an ve 5 pîrejinên Kurd li ser destê grûpên çekdar ên ser bi Tirkîyê ve hatine kuştin;

Fatime Ibrahîm Kinê a temen 80 salî xelka gundê Hêgiçê ser bi Cindirêsê ve, roja 18.04.2020 li ser destê grûpa Weqas û Semerqend hat kuştin

Hûrîye Mihemed Bekir a temen 78 salî, xelka gundê Qitmê ser bi Şera ve, roja 6ê îlona 2019an li ser destê grûpa el-Cebhe el-Şamîye hat kuştin.

Sultane Xelîl Nasro a temen 60 salî, xelka gundê Beradê ser bi Şêrawa ve, roja 7ê tîrmeha 2019an, li ser destê Ebû Elî Heyanî fermandarê grûpa el-Hemzat hat kuştin.

Ayşe Nûrî Henan a temen 80 salî, xelka gundê Birc Evdalo ser bi Efrînê ve, roja 8ê mijdara 2018an li ser destê çekdarên Hemzat hat kuştin.

Fatime Hemkê a temen 66 salî, xelka gundê Qitmê ser bi Şera ve, roja 27ê hezîrana 2018an bi bombeyeke destî yê grûpên çekdar hat kuştin.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku federalîzmê nas nake
Îsraîl: Me li Sûriyê li sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyê xist
Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne
Îsraîl: Me li Sûriyeyê çekên Tirkiyeyê kirin hedef
Şerekî neqediyayî