Li Efrînê 33 komelgehên niştecîkirinê hatine avakirin

.

Piştî 5 salan ji dagîrkirina herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, hejmara komelgehên niştecîkirina Ereb û Tirkumenên hawirde li ser xaka Efrînê gihîştiye 33 komelgehan.

Piştî 5 salan ji dagîrkirina Efrînê, komelgehên niştecîkirina hawirdeyan li nav mal û li ser xaka herêmê wekî kuvarikan belav dibin.

Li gor zanyariyên ku ji herêmê hatine wergirtin, heta niha 33 komelgehên niştecîkirinê li Efrînê hatine avakirin, 3 komelgehên niştecîkirinê piştî erdhejê hatine avakirin,  200-400 yekeyên niştecîkirinê li her komlgehekê hene.

Lêkolerê Efrînî Zekeriya Huserî ji Rûdawê re got, ji bilî 33 komelgehên niştecîkirinê, her gundekî herêmê kirine komelgeh ji bo hawirdeyan.

Zekeriya Huserî herwiha bal kişand ser metirsiyeke nû ku rûbirûyê wê herêma Kurdî a resen dibe û got: “Niha hin kes û siyasetmedar dixwazin rewatiyê bidin hebûna van hawirdeyan.”

Roja 11yê berçileyê sala 2022yan, Encûmena Parêzgeha Helebê ya ser bo opozisyona Sûriyê amarek derbarê nişteciyên Efrînê belav kiribû.

Li gor wê amarê, ji koka 800 hezar nişteciyên Efrînê, tenê 132 hezar niştecî li herêma xwe mane. Wate, 668 hezar welatî ji Efrînê hatine derxistin ku dike % 83 ji nişteciyên Efrînê.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin