Li Efrînê 3 welatîyên Kurd ji alîyê îstîxbareta Tirkîyê ve hatin girtin

Endamên îstixbareta Tirkîyê 2 welatîyên Kurd ji gundê Hec Xelîl ser bi nahîyeya Raco û welatîyekî ji gundê Qeretepe ser bi Şerayê ve li Efrînê, girtine.

Navenda Nûçeyan- Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, roja 4ê vê mehê endamên Istixbarata Tirkîyê welatîyek bi navê Xelîl Xalo ji gundê Hec Xelîl girtine.

Li gor heman Rêxistinê, roja 1ê vê mehê jî, Istixbarata Tirkîyê Muxtarê gundê Hec Xelîl Mihemed Elî girtine û ji bi cihekî nenaskirî birine.

Rêxistina Mafê Mirovan da zanîn ku herdu welatî bi tohmeta xizmeta leşkerîya neçar di nav Rêveberîya Xweser de hatine girtin.

Hi gundê Hesen jî, roja 25ê mijdarê, welatîyê bi navê Mihemed Hesen bi heman tohmeta xizmeta leşkerî ji alîyê grûpên çekdar ve hatîye girtin.

Herwiha rêxistina navborî, roja 18ê mehê, çekdarên Polîsên Azad bi serpereştîya Istixbarata Tirkîyê welatîyê Kurd Mihemed Elî Mihemed li Efrînê girtine û bi tundî ew îşkence dane.

Mihemed Elî Mihemed xelkê gundê Qeretepe ser bi Şera ye û bi tohmeta ku xizmeta serbazî di nav Rêveberîya Xweser de kiribû hatîye girtin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê da zanîn ku berê welatîyê navborî bi heman tohmetê hatibû girtin û salekê di zindanê de mabû û 125 lîreyên Sûrî ji bo çareserkirina rewşa xwe dabûn.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist