Li Efrînê 2 kes hatin revandin

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê tawanên revandina welatîyan, destdanîna ser mal û milkên xelkê û qutkirina darên zeytûnan ji alîyê gûrûpên çekdar va berdewam in.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, gûrûpa Feyleq El Şam pêr welatîyê bi navê Reşîd Sîdo ji gundê Meydankê revandîye.

Herwiha îstixbarata Tirkîyê jî roja 5ê vê mehê mamosteyê dibistana Meydankê Ciwan Cebir revandîye û çarenivîsa wî ne dîyar e.

Her li gundê Meydankê, çekdarekî gûrûpa Sultan Murad destê xwe danî ser mala pîrejina bi navê Dîya Reşîd ew bi darê zorê ji malê derkir û tê de bicih bû, di encama kiryarê de jî Dîya Reşîd nexweş bûye û rewşa wê gelekî xirap e.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, grûpên çekdar 130 darên zeytûnan li navçeya Mabeta û gundê Dargîrê qut kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist