Li Efrînê 10 welatîyên kurd ji alîyê çekdarên Tirkîyê ve hatin revandin

Li gundekî bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, 10 welatîyên kurd ji alîyê çekdarên Tirkîyê ve hatin revandin.

Navenda Nûçeyan-Çavkanîyên nêzîkî YPGê dane zanîn, duhî li gundê Maratê yê Efrînê, 10 welatîyên kurd ji alîyê îstixbarata Tirkîyê û çekdarên wan ve hatin revandin.

Li gorî agahîyan, di nav wan kesan de jinek jî heye û nayê zanîn çima ew welatîyên kurd hatine revandin.

Ew kesên ku hatine revandin, ev in:

Rêzan Elî, Seîd Xelîl, Elî Henan, Elî Xelîl, Rûken Heyder, Ehmed Evdo, Selah Ebdulrehman, Selah Memo, Ehmed Omo û Ehmed Bozan.

Basnews

 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist