Li Duhokê merasîmên roja ji dayîkbûna Mesîh dê birêve biçin

Rêveberê karûbarên mesîhîyan li parêzgeha Duhokê dîyar kir, îro 24.12.2019ê li gelek Dêr an dê dest bi merasîmên cejnê bên kirin.

Navenda Nûçeyan- Rêveberê karûbarên mesîhîyan li parêzgeha Duhokê Mein Şîlmun ji basnewsê re ragehand, wek salên borî dêr hatine xemilandin û merasîmên cejnê dê birêve biçin. Em spasîya sazîyên ewlehîyê yên Duhokê dikin bo alîkarîya wan a li gel me. Hemû xelkê me îro êvari dê qesda dêran bikin bo birêvebirina merasîmên cejnê û hemû merasîmên girêdayî cejnê dê bên kirin û xelkê me dê cejnê li hev pîroz bike. Li herêma Kurdistanê merasîmên cejnê bi xweşî dê bên encamdan.’’

Herwaha dîyar kir, li seranserê parêzgeha Duhokê 98 dêr hene. Hemû jî dê merasîmên cejnê bikin. Êvarîya cejnê û sibeha cejnê jî li hemû mesîhîyan em pîroz dikin.’’

Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist