Li Duhokê ji ber lehîyê 400 mal û 100 firoşgehan zerer dîtin

Berpirsê ragehandinê li rêveberîya berevanîya bajarê Duhokê dîyar kir, li gor amarên herî dawîyê îro 19.03.2020ê li seranserê parêzgeha Duhokê di encama lehîyê de 400 xanî û 100 firoşgeh û 40 wesayît rastî zîyanên mezin hatine.

Navenda Nûçeyan - Berpirsê ragehandina rêveberîya berevanîya bajar a Duhokê Bêwar Ebdulezîz ji basnewsê re ragehand: ‘’Li seranserê Duhokê ji ber barana tund û lehîyê, 500 xanî û firoşgehan zerer dîtîye, lê ji wan jî 400 malan av geheştîye nav mala hemwelatîyan bixwe û heta naha 100 firoşgehan jî zîyan dîtîye û 40 wesayît herwaha zerer dîtine. Berdewam tîmên berevanîya bajar ser kar bûne bo parastina jîyana hemwelatîyan û rizgar kirina mal û canê hemwelatîyan li nav kampên koçberan û li hemû qeza û nahyeyên ser bi Duhokê.’’

Herwaha got: ‘’Şeva borî li taxa Serhildan a sînorê Duhokê gelek zîyan çêbûn û wan bûyeran de kesek jî xeniqî û du kesên din hatin rizgar kirin ji xeniqandinê. Gelek deverên din av ketinê nav xanîyên xelkê de û tîmên me karîn jîyana hemwelatîyan rizgar bikin.’’

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist