Li Duhokê di pîrozbahîyên serkevtina bi ser koronayê de 13 kes birîndar bûn

Li Duhokê di pîrozbahîyên serkevtina bi ser ser koronayê de 13 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Tendirustîya Duhokê, Hemze Rezkî ji Rûdawê re ragihand ku li sînorê wê parêzgehê, di encama teqeyên kêfxweşîyê yên bo serkevtina bi ser vîrusa koronayê de 13 kes birîndar bûne.

Berdevkê Tendirustîya Duhokê, dîyar kir ku 3 kes li Zaxo, kesek li Akrê, 3 kes li Sêmêl û 4 kes jî li navenda bajarê Duhokê, bi teqeyên kêfxweşîyê birîndar bûne.

Derbarê rewşa tendirustîya wan birîndaran de, Hemze Rezkî ragihand: “Birînên piranîya wan birîndaran sivik in, lê 3 birîndaran pêwîstî bi neştergerîyê heye.”

Êvarîya doh, di dejimêrên ahengên serkevtina bi ser koronayê de, li qezaya Zaxo ya ser bi Duhokê ve, ji ber teqeyên kêfxweşîyê, jineke 40 bo 42 salî, jineke 55 salî û zilamekî li kampa Çemişko, di nav konê xwe de bi guleyan birîndar bûne û ew kes li nexweşxaneyê di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.

 

Siyaset Haberleri

Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin