Li Diyarbekirê helwesta Kurdan di hilbijartinan de hat nirxandin

.

Li Diyarbekirê ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) ve civînek li ser derbarê helwesta Kurdan di hilbijartinan de birêveçû. Di civînê de rewşenbirên kurd gotin; Kurdan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoya azadîbûnê dane destpêkirin û divê di hilbijartinên 2023an de jî helwesteke berjewendîparêz nîşan bidin.

Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) li Diyarbekirê bi cîvînekê helwesta kurdan di hilbijartinan de nirxand. Gelek lêkolîner, nivîskar, akademîsyen û rewşenbirên Kurd beşdarî civînê bûn. Lêkolîner û Nivîskar Prof. Dr. Hamît Bozarslan ji Parîsê bi riya vîdeokonferansê gotarek pêşkêş kir û rexne li siyaseta desthilatdariyê ya li ser Kurdan kir û got; Maseyê Şeş Alî jî ne pêkhateyeke demorkatîk e, CHPê rayên xwe yên digel Îttîhat û Terakkiyê nebirîne. Rêveberên DÎTAMê gotin ku; di 30 salên dawiyê de Kurd jî dixwazin di desthilatdariyê de bibandor in û divê di vê hilbijartinê de jî heman helwestê nîşan bidin.

Cîgirê Serokê DÎTAM'ê Sedat Yurttaş ji K24ê re got: “Divê Tirkiye di mijarên demokrasî, azadî û dadweriyê de bi paş ve neçe. Ev xalên sereke ne. Divê di pêşerojê de mafên kurdan têkeve pêvajoya bidestveanînê de.”

Di civînê de hat gotin ku divê Kurd hêviya xwe ji azadî û demokrasiyê nebirin da ku pirsgirêka Kurd were naskirin û li ser esasên demokrasiyê bêt çareserkirin. Rewşenbîrên Kurd dan zanîn; ji bo ku Kurd bigihin mafên xwe di qonaxeke girîng re derbas dibin û divê helwesteke stratejîk nîşan bidin.

Serokê Berê yê DÎTAM'ê Mehmet Vural dibêje: “Meseleya Kurdan meseleya yekitiyê ye, meseleya netewetiyê ye. Heger Kurd yekitiya xwe ya neteweyî biparêzin dê di hilbijartinan de jî destkeftiyên hêja bi dest ve bînin.”

Ji aliyê beşdarên civînê ve hat xwestin ku li zimanê Kurdî lêxwedîketineke mezintir hebe û siyasetmedarên ku li ser navê Kurdan siyasetê dikin Kurdî bizanibin an jî Kurdî hîn bibin.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest