Li Dîlok û Manîsayê 21 kes hatin desterserkirin: Hince PKK ye

.

Li Dîlok û Manîsayê bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûne û “propagandeya PKKyê” kiriye kes hatin desteserkirin.

Ev çend roj in ku li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê desteser dikin.

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Dîlokê ragihand ku tîmên Birêvebiriya Şaxa Dijî Terorê bi hevkariya Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê operasyon kir.

Li gorî agahiyan di operasyona de bi hinceta ku pêştir beşdarî xwepêşandanan bûne û “propagandeya PKKê” kiriye 15 kes hatin desteserkirin.

Her wiha li bajarê Manîsayê yê Tirkiyeyê jî operasyonek hat kirin.

Tîmên Şaxa Dijî Terorê ya Fermandariya Cendirmeyên Manîsayê li navçeyên Şehzadeler, Yunusemre, Golmarmara û Alaşehirê N.E., N.Y., E.K., Y.B., U.N. û E.D.  desteser kirin.

Li gorî îdiayan kesên navborî li ser medyaya civakî propagandaya PKKyê kiriye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Bi taybetî piştî danîna qeyûman li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê operasyonên desteserkirinê yên li dijî Kurdan zêdetir kirine.

Kurdistan Haberleri

Mark Savaya tekez li ser kontrolkirina komên çekdar kir
Koçberên ji Serê Kaniyê hişyariyê didin: 'Zivistaneke dijwar li pêşiya me ye'
Tom Barrack: HSD û Şam gelekî nêzikî rêkeftinê ne
Îro 10 sal di ser weşana Kanala Kurdistan24ê re derbas dibin
Nêçîrvan Barzanî: “Gihîştandina mirovan veberhênana herî baş e.”