Li dijî Tanrikulu bi henceta 'çekên kîmyevî' fezleke hat amadekirin

.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi sedema ku gotiye artêşa Tirkiyeyê di oparasyonên serbazî de çekên kîmyevî bikaranîne di derbarê parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu de bi hinceta “Piropagandaya Rêkxistinê kiriye” fezleke amade kir.

Fezlekeya ku ji aliyê Buroya Lêpirsîna Tawanên Parlementeran ve hatî amadekirin ji ber gotinên ku Tanrikulu di 20 Cotmehê 2022ê de li ser hesabê xwe yê medya civakî belavkirî ku nivîsîbû: “Min ew dîmenên ku dibêjin çekên kîmyevî hatine bikaranîn temaşe kirin. Çekên kîmyevî tawaneke li dijî mirovahiyê. Ji sibe û pê ve li ser bingeha rastbûna van dîmenan ez dê pirsyarnameyekê bêxim rojeva parlamentoyê. Li beramberî van îdiayan daxuyanî nedayîn balkêşe.” hatiye amadekirin.

Di fezleke ya ku hatî amadkirin de van gotinên Tanrikulu wek “Propagandaya rêxistinê” dibîne û dibêje ew tawanbar e.

Di vê fezleke yê de her wiha tê gotin ku di derbarê parlamenteran de despêkirina lêpirsînê girêdayî rakirina parêzbendiyê ye ji aliyê parlamentoyê ve. Li ser vê bingehê li gorî madeya 83ê ya yasaya bingehîn daxwaza rakirina parêzbendiya parlamanter Sezgîn Tanrikulu kirine.

Fezlekeya ku hat amadekirin bo Wezareta Dadê hat şendin da ku pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê bê kirin.

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be