Li Deryaya Egeyê zêdetirî 90 koçberên Kurd hatin rizgarkirin

.

 Şeva borî kelekeke koçberan li Deryaya Egeyê têk çû. Çalakvanekî koçberan diyar kir ku polîsê Yûnanistanê hemû koçber rizgar kirine û rewşa wan baş e.

Renc Peşderiyê ku li Yûnanistanê çavdêriya koçberan dike ji Rûdawê re got, "Kelek doh serê sibehê ji Tirkiyeyê ber bi Îtalyayê ve bi rê ketibû û doh êvarî li Deryaya Egeyê di nav sînorê Yûnanistanê de ji ber hinek pirsgirêkan têk çûbû.

Heta derengiya şevê kes neçûbû hawara wan û jiyana wan di metirsiyê de bû lê paşê polîsê Yûnanistanê ew hemû rizgar kirin."

Li gorî gotinên Peşderî di kelekê de di navbera 90 û 94 kes hebûn û hemû jî Kurdên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bûn.

Renc Peşderî got, "Hemû koçber sax û silamet in lê ne diyar e ka polîsê Yûnanistanê dê wan dersînorî Tirkiyeyê bike yan na."

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), îsal heta 12ê Tebaxê 85 hezar û 747 koçber gihiştine Ewropayê ku 80 hezar û 708 ji wan bi rêya deryayê bûye.

Her wiha di heman demê de, hezar û 212 kes di vê rêyê de winda bûne yan jî mirine, di demekê de ku par ev hejmar 3 hezar û 812 kes bû.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist