Li Dêrsimê xelk bi ser ket: Kargeha bermahiyan nayê çêkirin

.

Piştî 7 salan daxwaza Dêrsimiyan a betalkirina projeya çêkirina kargeha bermahiyan ji aliyê meclîsa nû ya Şaredariya Dêrsimê ve hat qebûlkirin.

Şaredariya Dêrsimê û 5 şaredariyên navçeyan dixwest li gundê Tulikê yê Dêrsimê, 54 hezar û 900 daran bibirin û li şûna wan kargeha bermahiyan ava bikin.

Xelkê wî gundî û jîngehparêz bi dehan caran li dijî wê projeyê nerazîbûn nîşan da û xwepêşandan kirin.

Di encama nerazîbûn û tekoşîna bi pêşengiya Platforma Jîngeh û Jiyanê ya Kirmizidagê de piştî 7 salan şaredariya niha biryar da ku ew kargeh li wî gundî neyê çêkirin.

Doh beriya civîna Meclîsa Şaredariya Dêrsimê, Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak guhdariya gundiyan kir.

Konak diyar kir ku pêwîstiya Dêrsimê bi kargeheke bermahiyan heye lê ew dê nehêlin ku cihê wê kargehê ziyanê bide xelkê û jîngehê.

Heman rojê di civîna Meclîsa Şaredariya Dêrsimê de bi piraniya dengan daxwaza xelkê gundê Tulikê hat qebûlkirin û ew proje dê li cihekî din were çêkirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist