Li Dêrsimê heta 15 rojan çalakî hatine qedexekirin

Walîtiya Dêrsimê bi sedema belavbûna Covid-19ê ji bilî bernameyên “li gorî kevneşopan” hemû civîn, meş, konser, konferans û yên weke wan heta 15 rojan qedexe kiri.

Walîtiya Dêrsimê heta 15 rojan li tevahiya bajarê hemû xwenîşandan, civîn, konferans, şahî û konser xedexe kir.

Walîtiyê daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye ku biryar li gorî Xala 19em a Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandan a hejmar 2911ê û Xala 11/A û 11/C ya Qanûna Rêveberiya Bajaran a hejmar 5442yê hatiye standin.

Walîtiyê derbarê mijarê de wiha gotiye:

“Her cure civîn û meşen xwenîşandan, miting, civînên li derve, çalakiyên protestoyî, çalakiyên rûniştinê, grevên birçîbûnê, vekirina standan, kampanyayên îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokên destan û broşuran, vekirina afîş û posteran, pêxistina meşaleyan û hildana wan, konferans û yên weke wan…”

Walîtiyê diyar kiriye ku ev biryar wê heta 28ê Îlonê saet 23.59 deqîqeyan pêk were û hin tiştên wê nekevin ber vê qedexeyê jî rêz kiriye:

* Bernameyên ku Walîtî û Qeymeqamtiyê pejirandine

* Bernameyên dem û dezgehên fermî wê li gorî kevneşopê pêk bînin yên weke cejnên fermî, rojên bîranînê yên fermî, merasîm û pîrozbahiyên fermî

* Xebatên sportîv, civîn û bernameyên bi armanca zanistî, bazirganî û aboriyê wê werin kirin

* Daxuyaniyên çapemeniyê yên hejmareke kêm kes beşdar bibin, div an civînan de divê maske werin danîn û li gorî rêzikên mesafeya civakî tevbigerin. (EKN/FD)

 

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)