Li Dêrsimê biryara qedexeya çalakiyan hat dayîn

Li Dêrsimê biryara qedexeya çalakiyan hat dayîn

Li bajarê Dêrsimê bo koronavîrus belav nebe û çalakiyên siyasî çênebin, parêzgeh bo 2 hefteyan qedexeya kirina çalakiyan ragihand. Di biryarê de tevgerên ku hatine qedexekirin, ne tenê  bo nava bajêr her weha bo seranserê bajêr, navçe û gundan hatiye ragihandin.

Di nava çalakiyên hatine qedexekirin de civîn, meşa xwepêşandanê, civînên meydanên servekirî, tevegera rîniştinê, greva birçîbûnê, vekirina stendan, belavkirina belavokan û broşuran, vekirina poster û afîşan, meşale, konferans û tevgerên weka wan bo 2 hefteyan hatin qedexekirin.

Merasim an çalakiyên fermî bi îzna polîs û cendirmeyan ve hat girêdan lê parastina mesafe, maske û firkbûna mirovan weka şert hatin danîn.

Qedexe, ji 14 ê êlûnê site di 00.01 ê de destpêkir û heya 28 ê êlûnê siet 23.59an dewam dike.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin