Li Dêrsîmê biryara birîna 54 hezar daran hat dayîn

.

Li parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê, welatî derbarê biryara birîna 54 hezar û 900 daran de nerazîbûn pêşan dan, ku tê xwestin li şûna wan projeya kargeha paşmayan bê çêkirin.

Di nav de Şaredariya Dêrsîmê, 5 şaredarî dixwazin li gundê Tuluk yê Dêrsîmê, 54 hezar û 900 daran bibirin û li şûna wan kargeha paşmayan çêbikin.

Jîngeparêz û gundiyên herêmê dijî projeyê derdikevin û bi hinceta ku dê jîngeh û ajelên kovî zerarê bibînin, ji bo rawestandina projeyê doz vekirin.

Parêzer Ozgur Ulaş dibêje: “Pisporan raporek amade kir û pêşkêşî dosyeyê kirin. Di raporê de ev mijar bi eşkereyî hatin destnîşankirin. Çêkirina vê projeyê li vir ji aliyê hiqûqî ve ne guncaw e û dê zerareke zêde bighîne jîngehê. Li vê derê birîna 54 hezar dar ligel lojik, hiqûq û nirxandina giştî nagunce. Ji ber wê biryara dadgehê dê piştî rapora pisporan diyar bibe. Rapora pisporan ji bo biryara dadgehê bingeh e.”

Jîngeparêz û gundî dibêjin, ew ne dijî projeyê ne lê daxwaz dikin cihê projeyê bê guhertin û li gor raporên zanistî cihekî nû ji projeyê re bê diyarkirin.

Xelkê gund Yusuf Mengeç jî got: “Eger ev tesîs bê çêkirin, em dê biçin ku derê. Heta ku tê bîra min ez li vir bûm. Eger ava bikin mirov dê nikaribin ji ber bêhnê li vê derê bimîmin. Herwiha nikarin herin cihekî din jî.”

Bi çêkirina projeyê, metirsiya wê yekê heye ku gundên li herêmê vala bibin û xelk koç bikin.

Welatî Sultan Çimen jî dibêje: “Ji niha û pê ve li vir ne bax û ne jî bexçe şîn dibin. Ev der dê gemar bibe, nexweşî dê li vir çêbibe. Em dê bimirin, lê neviyên me hene. Bi vê tesîsê ku were avakir, dê mar, beraz û hirç jî li vir nemînin, rewş dê li vir pir xirab bibe. Hewaya vê derê dê biguhere û mirov dê lê nemîne.”

Projeya kargeha paşmayan dê bi 15 hezar euroyan bê çêkirin û li gor rapora pisporan, proje dê li nav daristanê bê çêkirin û tê texmînkirin nêzîka 55 hezar dar bên birîn û herwiha bandoreke nerênî li tendirustiya mirov, çavkaniyên avê û sektora çandinî û ajeldariyê bike.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Iraqê piştî 30 salan 2 baregeh li ser sînorê Tirkiyê ava kirin
Zanyarên Ewlehiyê: Ji navxweya Îraqê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hatiye kirin
Parêzgarê Dihokê û tîma Dihoksporê Amedspor pîroz kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (285)
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em AmedSporê Pîroz Dikin