Li Dêrsimê agir bi daristanê ket

.

Li Parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di navbera navçeyên Mazgird û Qisleyê de agir bi daristanê ket.

Ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi Daristanê Zargoviçê ket û belav bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Daristanê ya Dêrsimê, tîmên agir vemirandinê û AFADê û tîmên Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzurê çûn cihê bûyerê.

Herwiha ji ber herêmeke çiyayî ye û rê nîne, helîkopter jî ji esman ve beşdarî xebatên vemirandina agir bûn.

Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu ragihand ku ji Mereş û Meletiyê daxwaza helîkopterên agir vemirandinê kirine û helîkopter gihiştine cihê bûyerê.

Bi gotina Bulent Tekbiyikoglu agir dê di demeke nêzîk de were kontrolkirin û vemirandin.

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir