Li Dêrikê qedexe

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê li sê taxan derketina derve hatîye qedexekirin.

Navenda Nûçeyan- Walîtîya Mêrdînê aşkere kiriye ku li taxên Çataltepe, Adak, Doganci û Develîyê yên navçeya Dêrikê heta fermaneke din, derketina derve hatîye qedexekirin.

Di heman daxuyanîyê de hatiye dîyarkirin ku li van her çar taxan wê operasyon li dar bikeve. Nayê zanîn ku wê qedexe kengî bidawî bibe.

Mêrdîn duyem bajar e ku herî zêde qedexe lê hatîye ragihandin

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê eşkere kirîye ku ji 16ê Tebaxa 2015ê heta 1ê Tîrmeha 2019ê li 11 bajar û 51 navçeyan ya kêm 369 caran bi awayekê fermî derketina derve hatiye qedexekirin.

Li Amedê 214 caran, li Mêrdînê jî 54 caran biryara qedexeyê ya derketina derve hatiye dayîn.

Çavkanî: Bîanet

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir