Li Dêrazorê di teqînekê de 3 kes hatin kuştin

.

Li bajarokê Bisêra yê li parêzgeha Dêrazorê teqînek rû da û di encam de 3 kes hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn. 

Li bajarokê Bisêra yê li parêzgeha Dêrazorê teqînek rû da û di encam de 3 kes hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

Îro li nava bazara bajarokê Bisêra teqînek bi rêya matorskîlekî bombekirî rû da. Di encam de 3 kes hatine kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn. Di nava kuştî û birîndaran zarok jî hebûn.

Bajarokê Bisêra ser bi parêzgeha Dêrazorê ve ye û di jêr desthilata HSDê de ye.

Di dema dawî de tevgera çekdarên DAIŞê li gundewarê Dêrazorê zêde bûye. Navenda Ragihandinê ya HSDê duhî ragihand, di operasyoneke 10 rojî de, wan karîn 87 çekdarên DAIŞê desteser bikin.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê