Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

 Li parêzgeha Colemergê ya Bakurê Kurdistanê bi biryara walî qedexeya hemû core çalakiyan hat ragihandin.

Parêzgariya Colemêrgê di daxuyaniyekê de ragihand, ku çalakiyên weke xwepêşandan, civîn, mitîng û hemû core çalakiyên din li sînorê vê parêzgehê ji bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Colemêrgê , ji ber zêdebûna hêjmara tûşbûyên Coronayê û weke tedbîrên rêgirtin li belavbûna zêdetir ya Coronayê û parastina tendirustiya civakî, wan biryara qedexeya çalakiyan daye.

Parêzgarê Colemêrgê diyar kiriye, ji îro 18ê Îlonê ve ew qedexe destpê kiriye û dê heya 2ê Cotmehê berdewam be.

Ew demeke zêde ye ku hikûmeta Tirkiyê li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê li ser hev û bê navber qedexeya çalakiyan radigihîne.

Li Colemêrgê di 3ê vê mehê (Îlonê) de jî qedexeya çalakiyan bo dema 15 rojan hatibû ragihandin.

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin