Li Colemêrgê polîs du kes birîndar kirin

.

Li Colemêrgê polîsan bi çekê du kes birîndar kirin. 

Li gor tê gotin îro danê êvarî li Kolana Bûlvarê ya Colemêrgê, polîsên trafîkê û 2 kes ketine qirika hev du û polîs bi çeka xwe bera Remzî Dûman û Metîn Oztûnç daye.

Dûman û Oztûnç ji lingên xwe birîndar bûn û wan bi bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Dûman, anî ziman ku ji ber rê ketine qirika hev du û got: "Li navenda bajêr, em di trafîkê de li benda hevalê xwe bûn. Hevalê me tam li wesayîtê siwar dibû, polîsê ji paş de hat pêl qorneyê kir. Polîs ji wesayîtê peya bû û sixêf kirin û got 'bimeşin biçin.' Me jî got 'sixêfan neke.' Em li benda hevalê xwe ne. Wê kêliyê polîs demançeya xwe ji ber xwe derxist û bera me her duyan da." 

Dûman, anî ziman ku dê giliyê polîs bikin. 

 

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin