Li Colemêrgê hemû çalakî heta 15 rojan hatin qedexekirin

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, biryara qedexeya çalakîyên giştî bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Biryara qedexeyê ji alîyê Walîtîya Colemêrgê ve hatîye ragihandin.

Li gor daxuyanîya nivîskî ya Walîtîya Colemêrgê, li sînorê wê parêzgehê heta 15 rojan çalakîyên wek daxuyanîyên çapemenîyê, çalakîya rûniştinê, vedana çadiran, belavkirina broşûran, greva birçîbûnê û çalakîyên wiha hatine qedexekirin.

Walîtîyê dîyar kirîye: “Ji xeynî çalakîyên ku Parêzgarî û Qeymeqamî rê dide wan, li sînorê Colemêrgê û bajarokên wê, ji 20 Temûza 2020 heta 3ê Tebaxa 2020,  bo dema 15 rojan li meydan, ser cade, kolan, rê û parkan, mitîng, civînên li cihên vekirî, meş, çalakîya rûniştinê, protesto, greva birçîbûnê, vedana çadiran, daxuyanîyên çapemenîyê, vekirina hemû corên stantan, konser, belavkirina broşûran û hemû çalakîyên wiha hatine qedexekirin.”

Di daxuyanîyê de tê gotin ku qedexe roja 3ê Tebaxê bi dawî dibe û belavkirina broşûrên ticarî serbest e.

 

 

Siyaset Haberleri

Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya
Dêrsimî dixwazin mayîn werin rakirin: ‘Heyf e!’