Li Colemêrgê 130 kes bi Koronayê ketine

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 130 kes bi Koronayê ketine ku 80 ji wan karmendên tendirustîyê ne.

Navenda Nûçeyan - Nûçegihanê Rûdaw yê li Amedê ragihand, Rêveberê Sendîkaya Kedkarên Tendirustîyê ji Rûdawê re ragihandîye, li Colemêrgê li derîyê sînorî yê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de, 130 kes bi vîrûsa Koronayê ketine.

 Li gor agahîyan, 80 kes ji wan pêketîyên COVID-19 yên li parêzgeha Colemêrgê  karmendên tendirustîyê ne.

Di derbarê qedexeya çûnûhatinê de ku şeva bihorî bi dawî hat, nûçegihanê Rûdaw ragihand, tevî ku qedexe bi dawî hat, lê ew kesên di bin 18 salî re û ser 65 salî re nabe derkevin.

Herwiha ew kargeh û kompanî û xwaringehên ku qerebalixî li wan çêdibe, nabe bêne vekirin.

 

Siyaset Haberleri

Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin