Li Cizîrê jî nivîsên bi Kurdî hatin jêbirin

.

Piştî parêzgehên Amed, Wan, Êlih û Mêrdînê, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî nivîsên trafîkê yên bi Kurdî hatin jêbirin.

Li bajarên Kurdan ên ku şaredariyên wan di destê DEM Partiyê de ne, nivîsên trafîkê yên bi Kurdî yên wekî “Hêdî” û “Pêşî Peya” tên nivîsîn.

Piştî fermana Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, ev nivîsên Kurdî yên ku DEM Partî dinivîse yek bi yek tên jêbirin.

Piştî Amed, Wan, Êlih û Mêrdînê îro jî li Cadeya Orhan Doganê ya Cizîrê nivîsên trafîkê yên bi Kurdî “Pêşî Peya” hatin jêbirin. 

Rakirina nivîsên Kurdî yên li bajarên Kurdan rastî nerazîbûneke zêde hat û raya giştî ya Kurdan bertekeke zêde nîşan da.

"Sond û qesem e..."

Li hêla din, Hevserokê Şaredariya Cizîrê Abdurrahîm Durmuş wêneyên nivîsên ku hatine jêbirin parve kirin û got:

"Sond û qesem e, hûn çi qasî jê bibin em dê ew qasî binivîsin.

Hûn çi qasî me înkar bikin em dê ji bo hebûna xwe israr bikin."

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir