Li Cizîrê du bira di çemê Dîcle de xeniqîn

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê, du birayên bi navên Ahmet û Hakan Ercan di çemê Dîcleyê de xeniqîn.

Navenda Nûçeyan - Ahmet û Hakanê ji bo betlanê çûbûn Gundê Çemê Badulê, ji bo xwe hênik bikin ketin ava Çemê Dîcleyê. Herdu birayên ku li tenişta Kana Xîzê ketibûn avê, di avê de xaniqîn û winda bûn.

Hat ragihandin ku termê Ahmet Ercan piştî lêgerînan hatîye dîtin, lê cenazeyê Hakan Ercan hîn nehatîye dîtin.

Lêgerîna ji bo dîtina termê Hakan berdewam dike û termê Ahmet Ercan jî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist