Li Çîyayê Kurdan şer: 25 leşker û çekdar hatin kuştin

Li Çîyayê Kurdan şerekî tund derket û di encamê de herî kêm 25 leşker û çekdar hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Çavkanîyên xwecihî tekez dikin ku di encama şerekî giran de di navbera hêzên hikûmetê û grûpên çekdar de li Çîyayê Kurdan li bakurê Laziqîyê 25 leşker û çekdar hatin kuştin.

Ev çend roj in li Çîyayê Kurdan li bakurê Laziqîyê li rojavayê Sûrîyê şerekî giran di navbera hêzên hikûmetê û grûpên çekdar de didome.

Li gor çavkanîyên xwecihî, li çeperê Hidade li bilindahîyên Çîyayê Kurdan li Laziqîyê, di encama şerekî giran de 15 leşkerên Sûrî û 10 çekdarên grûpên çekdar ên opozisyonê hatin kuştin, bi gotina heman çavkanîyan hijmara birîndaran jî zêde ye û gelek ji wan birînên wan giran in.

Ev 3 sal in, hêzên hikûmetê bi piştîvanîya firokeyên Rûsyayê pêgehên grûpên çekdar li Çîyayê Kurdan li bakurê Laziqîyê bombebran dikin.

Herwiha bi berdewamî şer di navbera herdû alîyan de derdikeve, lê ji ber ku navçe zêde asê ye, hêzên hikûmetê nikarin ti pêşkeftinê bidest bixin.

Çîyayê Kurdan cîyekî hemû rêyên ku bi girêdayê idlîbê ne dibîne, dimîne.

Ji 6ê adarê heta niha tevî agirbesta di navbera Tirkîye û Rusyayê, li gorî Yekitîya Netewan bi sê mehan Artêşa rejîmê bi piştgirîya Ûrisan êrîşên mezin pêk anîbû.

 

Siyaset Haberleri

Baroya Colemêrgê ji bo parastina Denîz Undav rabû ser pêyan
The Guardian: Îsraîl beşdariya Tirkiyeyê di hêza ewlekariyê ya Xezeyê de red dike
Hêmin Hewramî: Federalî li Iraqê têk çûye
Serokê Amedsporê: Em ê li ser nivîsa bi kurdî berdewam bin
ÎHD: Bila zextên li ser Dêrsimê bi lez bi dawî bibin