Li çîyayê Cudî dar û daristan nehiştin!

Li bajarê Şirnexê çîyayê Cudî, jiber çêkirina kalekolan tunekirina dar û daristanan gihişt asta herî bilind.

Birîna daran a ku mehên borî li herêma çiyayê Cûdî dest pê kiribû, hê jî didome. Birîna daran ku ji aliyê cerdevanan ve tê kirin, li gundên Cifane, Nerex, Gilindor û Nêvava yên girêdayî navenda Şinrexê û li gundên Sorbitnê û Bêşêrê yên aliyê navçeya Silopyayê didome. Dîsa li qadên Gûrariştê, Gera Rûviya, Şikira Kera û Banê Elî yên bejahiya gundê Gundikê Remo jî dar tên birîn. 

Li van deveran heta niha li gorî gotinan bi hezaran dar hatine birîn. Dar ji alîyê cerdevanan ve tê firotin. Disa tê gotin ji bo van deveran qedexe heye û têketina van deveran di destê leşkeran de ye.

Gelê Şirnexê jiber birîna daran nerazîbûnên xwe nîşan dan. Kesekî got  “Bi hezaran dar bi motoran birîn. Kalekol çêkirin, xilas kirin lê hêj birîna daran didome. Xweza bê nefes dimîne.”

Salên borî jî şîrketeka bi navê Cîner ku nêzikî hukumetê ye, li çîyayê Cudî li ser sedema “xebatên madenan” xweza qetil kiribû.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist