Li cihê ku Peymana Lozanê lê hat îmzekirin komxebatek: ‘Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan’

.

 Enstîtuya Kurdî ya Lozanê di salvegera 102yan a Peymana Lozanê de bi tevlîbûna gelek zana û siyasetmedarên Kurd komxebateke bi navê “Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan” li dar dixe.

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di salvegera 102yan a Peymana Lozanê de ku Kurdistan li ser çar parçeyan hatibû dabeşkirin, komxebateke navneteweyî tê lidarxistin.

Komxebata bi navê “Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan” dê 26ê Tîrmehê li Keleha Ouchyê ya bajarê Lozanê yê Swîsreyê cihê ku peyman lê hatibû îmzekirin, ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ve were sazkirin.

Di komxebatê de dê mijarên wekî “Mafê çarenûsê û qedera neteweyekê”, “Di sîbera zanistan de rewşa Kurdan”, “Daxwaz û dîskursên siyaseta Kurdî” û “Li Rojhilata Navîn pergala nû û Kurdistan” werin nîqaşkirin.

Nivîskar, akademîsyen û nûnerên partiyên siyasî dê tevlî komxebatê bibin û dê ji 3 rûniştinan pêk were.

Di dawiya komxebatê de dê deklarasyoneke encamê were weşandin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist