Li cîhanê hejmara pêketîyên Koronayê 15 milyon kes derbas kir

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 15 milyon kes derbas kir û hejmara kesên bi wê vîrusê canê xwe jidest dane jî 609 hezar kes derbas kir.

Li gor dawî amarên li seranserî cîhanê hatine belavkirin, hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 15 milyon û 45 hezar û 367 kesan derbas kir.

Herwiha ji nava wan pêketîyan jî, 609 hezar û 507 kesan canê xwe jidest dane. Herwiha li seranserî cîhanê 9 milyon û  51 hezar û 55 berketîyên Koronayê jî li seranserî cîhanê baş bûne.

Li gor amaran, Amerîka welatê herî zêde welatîyên wê bi vîrusa Koronayê ketine ye, ku hejmara pêketîyan gihîştîye 3.97 milyon kesan. Herwiha zêdetir ji 144 hezar kesan jî canê xwe jidest dane.

Di pileya duyem a zêdebûna qurbanîyan de Brazîl piştî Amerîka tê, ku zêdetir ji 2.2 milyon kes li wî welatî bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetir ji 81 hezar kesan canê xwe jidest dane.

Herwiha Hindistan di pileya sêyemîn tê, zêdetir ji 1,19 milyon kes li wî welatî bi Koronayê ketin û nêzîkî 29 hezar kesî jî canê xwe jidest dane.

Herwiha Rûsya di pileya çaremîn bi 783 hezar pêketîyan tê, lê rêjeya mirina bi Koronayê kêmtir e, ku heta niha 12 hezar 580 kesan canê xwe jidest dane.

 

Siyaset Haberleri

Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya
Dêrsimî dixwazin mayîn werin rakirin: ‘Heyf e!’