LI CEZAÎRÊ BUTEFLÎKA CARDIN BÛ NAMZETÊ SEROKOMARÎYÊ

Serokomarê Cezaîrê Abdulazîz Buteflîka ku ev 20 sal e serokomar e, cardin namzetîya xwe ya bo serokomarîyê ragihand. Xelkê Cezaîrê daketin qadan û gotin êdî biçe.

Serokomarê 82 salî Abdulazîz Buteflîka ku ev 20 sal e serokomarîyê dike, ragihand ku bo serdema 5em jî ew ê bibe namzet. Buteflîka ev 7 sal e ji ber ku şeple bûye, nakeve pêşberî xelkê xwe û jiyaneke keşîşane dijî.

Lê digel vê desthilatdarîya dirêj û nexweşînan jî xwe ji namzetîya serokomarîyê nehişt. 

Buteflîka, ragihand, bo hilbijartinên 18ê Nîsanê cardin dê bibe namzet, piştî vê daxuyanîyê xelkê Cezaîrê daketin qadan û heta kêlîya dawîn a serlêdana namzetîyan jî xwepêşandan li dar xistin. Buteflîka, di kêlîya dawî de ku li Swîsreyê tê dermankirin tezkereya xwe pêşkêş kir û bû namzet. 

Xwepêşander û opozîsyona wî, di xwepêşandanan da gotin, Cezaîr êdî te naxwaze, biçe.

Pisporan radigihînin ku Buteflîka êdî nikare dengan jî bide bes komeke bi navê 'hêz' ku ji hin burokrat û karsazan pêkhatî welat birêve dibin û heke Bueflîka cardin bê serokomarîyê, dîsa desthilat di destê wan de be û bi destê wan jî aborîya Cezaîrê dikeve bazara serbest.

Li gor nûçeya Le Monde, xelkê Cezaîrî êdî di vê bawerîyê de ne ku jiyana liCezaîrê êdî zehmet bûye û mal û milkê wî welatî herûher heman derûdoran dixwin û kîngê xelk neraz3ibûna xwe nîşan dide, desthilat, şerê navxweyî yê 10 sal berî niha bibîr dixwe û gefan dixwe. 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist