Li Çewlikê pêketiyên Kovid-19 ê 30 qat zêdetir bûn

.

Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Çewlikê (Bingol) pêketiyên Kovid-19 ê 30 qat zêdetir bûn. Li ser babeta zêdebûna pêketiyên Kovid-19 ê rêvebirê tenduristiyê yê bajêr Mehmet Emin Gündoğdu ji bo çapemeniyê ragihand ku kesên deqandina (aşiya) xwe kirine kêmin û xwe ji hev naparêzin. Ev, dibin sedema ku Kovid-19  zêdetir dibe. Gündoğdu weha got:

“Di du hefteyên dawiyê de vîrus 30 qat zêdetir bûye. Di demên dawiyê de ji sed hezar kesî 36 kes bi Kovid-19 ê diket lê di navbera 1-7 ê meha çileyê de ev nisbet bûye ji sed hezar kesî 705 kes pê dikevin.

Bi taybetî piştî cûreya Omicronê li Tirkiyê peyda bû, di 2 hefteyên dawiyê de pêketî zêde bûn û Omicron li nefesê bêhtir bandorê dike.”

Gündoğdu got ku kêmasiya deqandinê, maske û ya mesafê heye û heya niha bandor negihaye heya nexweşxaneyan. Kesên ku nîşanên Kovid-19 ê di wan de tineye, divê neçin nexweşxanê û heya dikarin li malê bi tîmên fîlyasyonê re têkiliyan deynin.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN