Li Çewlikê erebe hemû di berfê de man

.

Erebeyên ku bilindahiya çiyayê Çewlikê de diçûn, bi sedema barîna berfa zêde û ajotvan jî bo berfê ne amade bûn û tedbîrên xwe nedîbûn, erebeyên wan di berfê de man. Hinek jin wan erebeyan terabûn nizmahiyê rê.

Berfa zêde bi taybetî di navbera bajarokê Sancaxê û Kîxîyê de bariya û li gundê Hasbaxlarê 10 erebe di rê de man. Çend erebe jî şemitîn kenarê rê. Piştî rêvebiriya xizmetguzariya rê ya dewletê rê ji berfê paqij kirin, erebe karibûn xwe bighînin navenda Çewlikê.

Rêya di navbera Çewlikê û Xarpêtê de bi sedema barîna berf û barana têkilhev mij girtiye ser rê û carna mirov nikare pêşiya xwe bibîne hetta dîtina pêşiya mirovan li hin deveran ketiye sifrê.

 

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin