Li Çewligê, piştî 3 salan, pêşangeha pirtûkan hat vekirin

.

Li bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê, Pêşangeha Pirtûkan a 4emîn dest pê kir.  Hat ragihandin ku pêşangeh dê 14 rojan bidome. Rayedarên pergalkirina pêşangehê da zanîn ku îsal, bi dehan weşanxane beşdarî pêşangehê bûne.

Pêşengeha Pirtûkan a 4emîn, ji aliyê Zanîngeha Çewligê ve hat pergalkirin û duh ji aliyê Serokatiya Zanîngeha Çewligê ve vekirina wê hat kirin. Hat ragihandin ku pêşangeh ji ber şewba Covid-19ê, 3 sal bûn ku nehatibû vekirin. Li gorî agahiyên ku rayedarên pergala pêşangehê ragihandin, îsal 140 weşanxane û 30 nivîskar beşdarî pêşengehê bûne û di nav 14 rojan de bi giştî dê 20 bername û panelên wêjeyî werin lidarxistin.

Pêşangeha Pirtûkan a 4emîn, li Kampusa Zanîngeha Çewligê hatiye vekirin û dê heta 31ê Gulanê vekirî be.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN