li Cerablusê otomobîleke bombekirî bi hêzên Tirkîyê de teqîya

Gelek kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan- Otombîleke bombekirî bi karwaneke hêzên Tirkî li bajarokê Cerablus yê Sûrîyê de teqîya, kuştî û birîndar hene.

Dezgeha çavdêrîya mafên mirov li Sûrîyê, ku navenda wê li Brîtanya ye, ragihandîye, duhî dema karwaneke hêzên Tirkî diçû binkeya El Bildeq ya Cerablusê, bi rê de otombîleke bombekirî bi wê karwanê de teqîya.

Li gorî agahîyên wê dezgeha sivîl, komek serbazên Tirkîyê hatin kuştin û birîndar bûn. Birîndar birin nexweşxaneyên Tirkîyê. di heman demê de jî firokeyên Tirkîyê li esmanê wê navçeyê digerîyan.

Ajansa fermî ya Sûrîyê, SANA, jî behsa wê teqînê kirîye û daye zanîn, di wê teqînê de 5 serbazên Tirkîyê hatin kuştin û 12 serbaz jî birîndar bûn.

Heta niha di medyaya Tirkîyê de behsa wê teqînê nehatîye kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist