Li Cenevê yekem hevdîtina rûbirû ya Biden û Pûtîn dest pê kir

.

Yekem hevdîtina rûbirî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li koşka Villa La Grange a Cenevê îro 16ê Hezîrana 2021ê hat encamdan.

Hat ragihandin ku hevdîtin bi beşdariya wezîrên derve yên herdu welatan û wergêran rûbirû tê kirin. Beriya destpêkirina hevdîtinê Joe Biden û Pûtîn ji aliyê serokomarê Swîsreyê Guy Parmelin ve hatin pêşwazîkirin.

Ji ber hevdîtina Biden û Pûtîn li bajarê Cenevê parastineke zêde ya ewlehiyê heye.

Beriya 36 sal berê di mijdara 1985an de jî lutkeyeke dîrokî di navbera serokê wê demê yê Amerîka Ronald Reagan û serokê Yekîtiya Sovyetan Mihail Gorbaçov de hatibû encamdan.

Çav li rê ye hevdîtina Biden û Pûtîn ji ber zêdebûna mijarê gengeşekirinê dora 4-5 saetan dom bike ku ti encameke hêviyê bo pêwendiyên herdu aliyan bide nayê çaverêkirin. Li gorî daxuyaniyên rêveberiya Amerîkayê, mebest ji hevdîtinê vekirî hiştina rêyên dîyalogê ye.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist