Li Çel û Hezo 3 leşkerên Tirkîyê hatin kuştin

Li navçeya Çel ya Colemergê û li Batmanê 2 leşkerên Tirk û pasewanekî gundan hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê, kuştina leşkerên xwe yên navçeya Çelê ragihand.

Li navçeya Çelê ya Colemergê, di dema serbaz di perwerdê de bûne, bombeyek teqîya û 2 serbaz mirin û 2 jî birîndar bûn.

Serbazên hatine kuştin û birîndar bûne ji bo nexweşxaneya Colemergê hatin veguhastin.

Li ser fermana Wezareta Navxweyî  ya Tirkîyê, berî çend rojan li Colemêrgê operasyonek bi navê "Kapan 3" li dijî gerilayên PKKê hatîye destpêkirin û tê de 825 endamên Hêzên Taybet, leşker û polîs beşdar in.

Li navçeya Hezo ya Batmanê jî, pasawanekî gundan rasterast hevalên xwe gulebaran kirin û di encama gulebaranê de paswanekî gundan mir û 2 pasawan jî birîndar bûne.

K24

 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist