Li Brûkselê semînereke danasîna PWKyê û rojeva sîyasî ya Kurdistanê!

.

Roja 26ê Nîsana 2025 an li bajarê Brûksel a paytexta Belçikayê ji alîyê Nûnertîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya Belçîkayê semînerek li ser danasîna PWKyê û rojeva siyasî ya Kurdistanê hat lidarxistinê.

Semîner, pişte bixêrhatina mêvanan, ji alîyê nûnerê PWK yê Belçîkayê Ehmed Alan ve, bi sirûda Neteweyî û rûmet girtina nemirên têkoşîna neteweyî ve dest pê kirin. 

Axaftvanê semînerê Serokê Rêxistina PWKyê ya Ewropayê Merd Baran Boskan li ser navê PWK Rêxistina Ewropa bi xêrhatina beşdaran kir û li ser pêvajoya avakirina PWKyê, li ser sîyaseta PWK yê di derbareyê  neteweya kurd, rewşa Kurdistanê, pirsgirêka neteweyî û rêbazên xebata Partiya Welatparêzên Kurdistanê hanî ziman. 

M. Baran Boskan di beşekî din a axaftina xwe de behsa siyaseta PWK yê di warê yekîtî û hevkarîyên partî û rêxistinên Kurdistanî  li Bakur, têkiliyên navbera perçeyên Kurdistanê, rewşa dîyasporaya kurdî û hwd. şîrove kir. 

Di beşekî din ya axaftina xwe de M. Baran Boskan, li ser pêşhateyên Rojhilata Navîn û girêdanên rewşa cîhanê rawestîya.  Bandor û girêdana van bûyeran li ser Kurdistanê û têkoşîna neteweyî ya Kurdistanê. Û herwiha di vê demajoyê de li ser banga serokê MHP yê Devlet Bahçelî û avakirina Heyeta Îmralîyê û banga Serokê PKKyê Abdulah Ocalan rawestîya. Bi vana ve girêdayî behsa bandora erênî û metirsîyên li pêş me rawestîya. 

Di piştî bênvedanê de M. Baran Boskan pirsên beşdaran wergirt û bersîvên wana da.

Semîner bi kêfxweşîya beşdaran û sipasîyên wan ve bi atmosfereke germ û bi berhem bi dawî bû. 

Li dora 45 rewşênbîr û nûnerên rêxistinên kurdistanî yên li Brukselê beşdarê vê semînerê bibûn.

26.04.2025

Kurdistan Haberleri

Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir