Li Bitlîsê şêxekî terîqeta Neqşbendî hat kuştin

Li navçeya Norşîn ya parêzgeha Bitlîs ya Bakûrê Kurdistanê, şêxekî terîqeta Neqşbendî dê êrişeka çekdarî de hat kuştin.

Navenda Nûçeyan- Duhî li navçeya Norşîn ya Bitlîsê, şêxekî terîqeta Neqşbendî bi navê Seyda Ebdulkerîm Çevîk li ber mizgeftê rastî êrişa çekdarî hat.

Li gorî agahîyan, Seyda Ebdulkerîm di wê êrişê de giran birîndar bû û rakirin nexweşxanê lê nehat rizgarkirin û canê xwe ji dest da.

Ew kesê ku êrişî wî şêxê Neqşbendî kiribû, ji alîyê hêzên polîs ve hat girtin.

Heta niha nayê zanîn ka ew şêxê kurd çima hat kuştin û wî zilamî çima êrişî wî kir.

Seyda Ebdulkerîm li Norşînê ji dayîk bibû û nevîyê şêx Mihemed Dîyadîn bû.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist