Li Bismilê wesayîta karkeran qelibî: 2 karker mirine, 15 jê jî birîndar bûne

Li Bismilê wesayîta karkeran qelibî: 2 karker mirine, 15 jê jî birîndar bûne

Li Bismilê mînîbûsa karkerên tekstîlê qeza kir. Di qezayê de 2 karker jiyana xwe ji dest dane û 15 karker jî birîndar bûne. 

Li Bismila Amedê, mînîbusa karkerên tekstîlê li ser rêya Bismil-Êlihê li texma Bazara Genimfiroşan qeza kir. Ji ber ku ajovan nikaribûye serî bi dîroksiyon derxe qeza çêbûye. Di qezayê de 2 karker jiyana xwe ji dest dane û 15 karker jî birîndar bûne. 

Mînîbûs li refûjê qelibiye û qulopanî bûye.

Piştî welatî xeberê didin, koma tenduristvanan tê cihê bûyerê. Piştî mudaxileya li cihê bûyerê birîndar û cenazeyan radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. 

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin