Li Beyrutê teqîn:Herî kêm 100 kes mirine

Li paytexta Lubnanê Beyrutê teqînek li benderê pêk hat, herî kêm sed kes jê mirine. Li gorî Xaçasora Lubnanê gelek kes di bin xirebeyan de ne.

Li paytexta Lubnanê Beyrutê teqînek li benderê pêk hat. Li gorî agahîyan li Bendera Beyrutê di depoyekê de ku amûrên teqînê jî tê de hebûn şewat derket. Piştî şewatê teqîneke bi hêz rû da.

Xaçasora Lubnanê dîyar kirîye ku hejmara mirîyan gihîştîye sed kesan û ev hejmar wê zêdetir bibe. Xaçasorê got, gelek kes di bin xirabeyan de asê mane. Tê gotin hejmaran kesên birîndar nêzî çar hezar kesan in. Konseya Ewlehîya Bilind ya Beyrutê li heremê biryara rewşa awarte bo 2 hefteyan stand.

Parêzgarê Beyrutê Mervan Abbud, teqîn şiband Hîroşîma û Negazakîyê

Serokwezîrê Lubnanê Hassan Dîyab got ji kiryarê vê felaketê wê hesap bê stendin. Dîyab dîyar kir rastîyên di derheqê van depoyên ji sala 2014an heta niha li benderê ne wêaşkere bikin.

Serokomarê Lubnanê Mîşel Avn jî dîyar kir ku di encama teqînê de 2 hezar 750 ton amonyan nîtrata ku ev şeş sal e li benderê di depoyê de bû hatîye teqîn. Avn li ser twîttera xwe got, “Amonyat nîtrata şeş sal ê li benderê di depoyekê de bê bergirên ewlehîyê hatîye girtin nayê qebul kirin. Hemû berpirsên vê teqînê wê bên siza dan.”

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist