Li Bexdayê Xwepêşandana “milyonî” ya dijî hebûna Amerîka li Iraqê dest pê kir

Li paytext Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê xwepêşandan li dijî hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê dest pê kir.

Navenda Nûçeyan- Li ser daxwaza rêberê bizava Sedir, Muqteda Sedir îro danê sibê li Bexdayê xwepêşandaneke “milyonî” ji bo derxistina hêzên bîyanî bi taybet hêzên Amerîkî ji Iraqê dest pê kir.

Xwepêşander dixwazin guvaşan li ser hikûmeta Iraqê zêde bikin, da ku tedibîrên bileztir ji bo derkirina hêzên Amerîkayê ji Iraqê bigire.

Xwepêşandanên Iraqê, ku nêzîkî 100 roj in didomin, destpêkê tenê li dijî hikûmeta Iraqê bûn lê piştî kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis ji alîyê artêşa Amerîka ve, li dijî hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê jî tên kirin.

Li gorî amar û agahîyên ne fermî, nêzîkî hezar kes di xwepêşandanan de hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir