Li Bexdayê xwepêşandana milyonî birêve diçe

Biryare îro 10.12.2019ê li Bexdayê xwenîşandana milyonî li birêve biçe û gelek hêzên ewlekarîyê jî li dora xwepêşanderan belav bûne.

Navenda Nûçeyan- Tevî belavbûna wê hêza mezin a ewlekarîyê li dora qadên xwepêşanderan, biryare îro xwepêşandana milyonî li Bexdayê birêve biçe û xelikên parêzgehên başûr û naverast jî, dixwazin di xwenîşandanên îro yên li paytextê de beşdar bin. Herwaha dibe ku xwepêşander ber bi navçeya Kesk ve biçin.

Navçeya Kesk dikeve naverasta paytext Bexdayê û piranîya balyozxane û fermangehên giring ên hikûmeta Iraqê li wê deverê ye. Li wê navçeyê naha bi hezaran leşker lê heye.

Ji alîyê din ve Qeys Xezelî, emîndarê gruba Esayîb Ehlulheq ragehand, xwenîşandanên îro karê têkderaneye û gelek xelk têde bê bên kuştin.

Li Kerbela pevçûn di navbera xwenîşanderan û hêzên ewlekarîyê de durist bû. Ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve rêya serekî ya di navbera Kerbela û Bexdayê hat daxistin.  Polîsê parêzgehê jî dest bi lêkolînê kuştina çalakvan Fahim Tayî kir ku berî dû rojan ji alîyê çekdarên nenas hat kuştin.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist