Li Bexdayê dîsa xwepêşandanê dest pê kir

Doh 3 kes hatibûn kuştin û bi sedan kes jî birîndar bibûn

Navenda Nûçeyan

 

Li paytexta Iraq-Bexdayê, xwepêşandana ku bi darê zorê hatibû serkutkirin, dîsa dest pê kir.

Duh li Bexdayê, bi hezaran Iraqî li dijî nebûna xizmetguzarî û hebûna gendelîyê xwepêşandan kirin.

Hêzên polîs êrişî xwepêşandanê kirin û di encamê de herî kêm kesek hat kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyan, îro danê sibê dîsa li devera Şeib ya Bexdayê xwepêşandanê dest pê kir. Xwepêşanderan agir berdane takerên otomobîlan û dirûşman dibêjin.

Hêzên polîs jî ji tirsa aloztirbûna rewşê, tedbîrên tund yên ewlehîyê girtin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist