Li beşa Kurdî nivîsandina tezên bi Kurdî hate qedexe kirin.

Li Tirkîyê roj tune ye ku zimanê Kurdî were qedexe kirin yan jî rastî êrîşan bê. Vê carê li zaningeha Dîcleyê ya Ameda Bakurê Kurdistanê di beşa Kurdî de nivîsandina tezên bi Kurdî hatîyê qedexe kirin.

Li Tirkîyê roj tune ye ku zimanê Kurdî were qedexe kirin yan jî rastî êrîşan bê. Vê carê li zaningeha Dîcleyê ya Ameda Bakurê Kurdistanê di beşa Kurdî de nivîsandina tezên bi Kurdî hatîyê qedexe kirin.

Li gorî agahîyan zaningehê ji xwendekaran xwestîye ku tezên xwe bi Tirkî binivîsin. Di beşa Ziman û Wejeya Kurdî de ne tenê nivîsandina tezên, zimanê perwerdeya hemû dersan jî kirine Tirkî.

Di derheqê vê bûyerê de nivîskar û akademîsyenê Kurd Selîm Temo dîyar kir, li zaningeha Dîcleyê di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de biryarek hatîye dayîn ku di vê beşê de êdî zimanê perwerdeyê Tirkî ye.

 Temo li ser twîttera xwe got, “Ev nêzîkbûna bêgefa deh salan ya li ser zimanê Kurdî ez deşîfre dikim. Li zaningehê di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de nivîsandina tezên bi Kurdî hatîye qedexe kirin û zimanê perwerdeya dersan kirine Tirkî. Akademîya binkî û netewî tiştek wiha ye”

Li Tirkîyê nêzîkbûna li zimanê Kurdî ne tenê ev e.

Par jî zaningeha Artuklu ya Mêrdînê bîryar dabû kû Enstitûya Zimanên Dijîn bigire. Di vê enstitûyê de perwerdeyên lîsansa bilind ya Kurdî dihat dayîn.

Dîsa li zaningeha Artukluyê akademîsyenên Kurd ji zaningehê hatibûn durxistin.

Hêjayê gotinê ye qeyumên li cihê şaredarîyên HDPyê hatine tayîn kirin, roj bi roj êrîşî zimanê Kurdî dikin û din av nêzikbûna nijadperestî de ne.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist