Li ber Wezareta Dadê polêsan êrîşî parêzeran kir

Îro polêsan li ber avahîya Wezareta Dadê êrîşî parêzeran kir ku dixwestin li ser girevên birçîbûnê bi Wezîrê gotûbêjan bikin. Diencamê da hin parêzer birîndar bûn û hin ji wan jî hatin desteserkirin.

Hin parêzer û mafnasên endamên OHD û ÇHDyê ku bi armanca gotûbêjkirina digel Wezîrê Dadê li ser girevên birçîbûnê, rastî êrîşê polêsan hat.

Di encama êrîşê da, parêzereke jin birîndar bû. Hejmarek ji parêzeran jî hatin desteserkirin.

Hat ragihandin, parêzer wê raporta xwe ya li ser girevên birçîbûnê dê pêşkêşî Wezîrê Dadê bikirana.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist