Li Bedlîsê muxtarê gund di êrîşa çekdarî de hate kuştin

Li Bedlîsê, Şahin Barlak, muxtarê gundê Donertaş, di êrîşeke çekdarî de hate kuştin. Barlak 25 salî bû.

Muxtarê gundê Dönertaş yê navçeya Tetvan a Bedlîsê di encama êrîşeke çekdarî de jîyana xwe ji dest da.

Şahin Barlak, muxtarê li Bakurê Kurdistanê gundê Dönertaş (Çangez) yê navenda Tetwanê, di saet 21.00-an de li ber mala wî ya li gund, rastî êrişê hat. Barlak, ku ji alîyê du kesên nenas ve hate êrîş kirin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê, li cihê ku ew rakirin, mir.

Walîtîya Bedlîsê di derbarê mijarê de daxuyanîya belavkir û got:

"Muxtarê gundê Dönertaş yê navçeya Tetvan, Şahin Barlak, di encama êrîşa çekdarî ya du kesên nenas de li ber mala wî li gund, saet di 21:00 ê Pêncşemê, 20ê Tebaxê, mir. Di nirxandina yekemîn de, hat nirxandin ku dibe ku bûyer bi terorê re têkildar e; lêpirsîn û operasyonên pêwîst di cih de dest pê kirin. Em bi rêzdarî ji raya giştî re tê radigihînin. "

 

Siyaset Haberleri

Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin
Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê li Antalyayê civiyan