Li Batmanê încîleke dîrokî ya ji muzexaneya Helebê hatibû dizîn hat desteserkirin

Li Batmanê încîleke dîrokî ya ji muzexaneya Helebê hatibû dizîn hat desteserkirinLi bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, polîsan bi ser navnîşanekê de girt û încîleke dîrokî ya destnivîsî ku ji muzexaneya bajarê Helebê ya Sûriyê hatibû dizîn destser kirin

Li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, polîsan bi ser navnîşanekê de girt û încîleke dîrokî ya destnivîsî ku ji muzexaneya bajarê Helebê ya Sûriyê hatibû dizîn destser kirin.

Hat diyarkirin ku încîla ku hatiye desteserkirin bi xetê Ibranî ye û li ser çermê xezalê hatiye nivîsandin.

Navenda Emniyeta Batmanê ragihandiye ku wan piştî bidestxistina agahiyan li ser anîna wê încîla dîrokî ji aliyê qaçaxçiyan ve, operasyonek li Şehîtkamil a Batmanê encam daye û ew încîla dîrokî û giranbiha hatiye desteserkirin.

Hat ragihandin ku di operasyonê de 3 kesên gumanbar jî hatine binçavkirin.

Derbarê bihayê wê încîlê de jî hatiye gotin ku texmînî zêdetirî 1 milyon dolaran dike.

 

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin