Li balafirxaneyeke Amerîkayê tabelaya bi Kurdî hat danîn

Li balafirxaneyeke Amerîkayê, tabelaya bi zimanê Kurdî hat danîn.

Haber Merkezi- Li balafirgeha navdewletî ya li bajarê Nashville ser bi eyaleta Tennessee li Amerîkayê, jibilî zimanên din tabelayeke bi zimanê Kurdî jî hat danîn.

Li balafirgeha navdewletî ya Nashvilleyê ku ew bajar weke, ‘Kurdistana Biçûk’ tê naskirin, tabelayeke bi zimanê Kurdî ku li ser, ‘Bi Xêr Hatî’ hatîye nivîsandin hat danîn.

Ev di demekê de ye ku li bajarê Nashvilleyê, nêzikî 15 hezar Kurd dijîn. Li dibistanên seranserê wî bajarî jî hejmareke zêde ya xwendekarên Kurd dixwînin.

Herwiha ji ber vê rewşê îsal, zimanê Kurdî jî li lîseta zimanên navdewletî li dibistanên dewletê li wî bajarî hatibû zêdekirin.

Çavkanî: Rûdaw

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene